Di 16 Adara sala 1988an de rêjîma Beis a Iraqê bajarê Helebce kîmyabaran kir, ji ber wê jî bêhtir ji 5 hezar welatiyên wî bajarî şehîd bûn û hejmareke din birîndar bûn, piştî wê bûyerê jî beşek ji xelkê Helebce penaberî Îranê bûn.
Piştî 29 salan, heta niha piraniya ji birîndarê kîmyabarana Helebce birînên wan çê nebûne û hin jî ji welatiyên Helebce bandora kîmyabaranê li ser canê wan mane.
Piştî raperîna sala 1991an ya xelkê Kurdistanê, gelek serkirde û welatên cîhanê ku bi navê trajîdiya Helebce bihîstibûn, serdana wî bajarî kirin. hikûmetê jî hewl da di riya projeya xizmetguzariyê hin ji birîndaran derman bike, lê heta niha ne di asta daxwaz de ye.
Di sala 2013an de Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara parêzgehbûna bajarê Helebce ragihand û qezayên Helebce, Şarbajar, Pênciwîn û Seyid Sadiq bi ser parêzgehê xistin, lê heta niha encûmena parêzgehê û rêveberiya giştî li wî bajarî ji ber lihevnekirina aliyên siyasî nehatiye damezrandin.
Îro bi boneta 29emîn salvegera kîmyabarana Helebce, biryar e çend çalakî li Helebce birêve biçin. Herwiha xelkê bajar û bajarokên Kurdistanê salane wek hevxemî û rêzgirtin li giyanên şehîdên Helebce û qurbabiyên wê, demjimêr 11 li kolan û cihên giştî demeke bêdeng radiwestin û çendîn çalakiyên xemnak encam didin.
Omer Heme Salih Ehmed yê naskirî bi “Omer Xawer” xelkê Helebce bû, ku di 16 Adara 1988an de bixwe û zarokê xwe şehîd bûn. Remezan Ozturk wêneya Omer Xawer girt, niha wek hîmaya karesata Helebce tê nasîn.
K24