Site icon Rojnameya Newroz

‘Ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê em ê di 15’ê Gulanê de li qadan bin’

Eyüp Subaşı

Hevserokê Komeleya Lêkolîna Kurd Eyûp Subaşi

Hevserokê Komeleya Lêkolîna Kurd Eyûp Subaşi bal kişand ser zextên li ser zimanê kurdî û wiha got: “Divê statûya zimanê kurdî bê naskirin û bibe zimanê perwerdeyê. Ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê, em ê di 15’ê Gulanê de li qadan bin.” 

Kovara Hawarê ku di 15’ê Gulana sala 1932’yan de ji hêla Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî ve hatibû derxistin, li paytexta Sûriyeyê Şamê bi tîpên latînî dest bi weşana xwe kir. Heta sala 1943’yan, 57 hejmarên Kovara Hawarê derketin û kovar ji bo dîroka çanda kurdan weke mîladek tê qebûlkirin. Çand û zimanê kurdî ji dîrokê ve her tim rastî polîtîkaya pişaftinê hat. Kovara Hawarê li dijî çerxa pişaftinê, rolekî pir mezin li xwe girt û ji ber vê rola wê jî di sala 2006’an de 15’ê Gulanê anku roja derketina Kovara Hawarê weke Cejna Zimanê Kurdî hate qebûlkirin. Ji wê salê ve jî weke cejn tê pîrozkirin. Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyûp Subaşi têkildarî 15’ê Gulanê bi ajansa me re axivî. 

Eyûp Subaşi anî ziman ku gelê kurd jî mîna zimanê kurdî li ber xwe dide û wiha got: “Êrişên li ser zimanê kurdî berdewam in. Gelê kurd ji bo ku zimanê xwe hîn bêhtir pêş bixe, li ber xwe dide. Em vê rastiyê her roj li ser medyayê dibînin. Li Qereyazi ya Erziromê 4 mamosteyan li dijî zimanê kurdî hereketên nebaş kirin. Mixabin hem dewlet û hem jî gelê wan êrişî zimanê kurdî dike. Hewl didin zimanê kurdî tune bikin û divê em jî li dijî vê helwestê li ber xwe bidin. Şoreşa çandiniyê bi vî zimanê qedîm hate kirin.” 

‘ÇI JI DESTÊ ME WERE EM Ê BIKIN’ 

Bi domdarî Subaşi diyar kir ku gelê kurd heqîqet û rastiya xwe bi zimanê xwe diparêze û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lewma divê gelê kurd xwedî li rastî û zimanê xwe derkeve. Ji bo ku zimanê kurdî hebûna xwe biparêze, divê gelê kurd bikeve nava hewldanan. Divê baş pê were zanîn ku bi van êrişan hewl didin êrişan weke tiştekî ji rêzê nîşan bidin. Lewma êrişên xwe zêde dikin. Li dijî van êrişan çi ji destê me were divê em bikin. Geh li ser medyaya civakî û geh jî bi devkî, divê em berteka xwe nîşan bidin ku ev êriş ji rêzê neyên dîtin.” 

‘QIRKIRINEKE ÇANDÎ HEYE’ 

Di berdewamê de Subaşî got ku konsepta li dijî gelê ermen niha jî li Tirkiyeyê li dijî gelê kurd jî di meriyetê de ye û wiha dom kir: “Dixwazin qirkirina çandî pêk bînin ku jê re dibêjin ‘mirina spî.’ Li holê qirkirineke çandî heye. Tu ferqa vê qirkirinê ji ya fîzîkî tune ye. Her du jî heman tiştin. Em jî ji bo pêşvebirina zimanê kurdî û hînkirinê xebatan dimeşînin. Di heman demê de pirtûkan çap dikin. Hem li navend û hem jî li navçeyan em hewl didin feraseta ziman pêş bixin û ziman zindî bihêlin.” 

KOVARA HAWARÊ 

Subaşi bi domdarî bal kişand ser Kovara Hawarê û ev tişt anî ziman: “Kovara Hawarê ji bo zimanê kurdî pir girîng e. Weşana xwe bi tîpên latînî kir û xebatên wêjeyî û çandî meşandin. Li dijî bêstatûya zimanê kurdî derket û ji bo berbelavkirina zimanê kurdî xebitî. Lewma bandoreke wê ya mezin li ser kurdî heye. Dema em li serdema Kovara Hawarê dinihêrin, dibînin ku wê demê jî li ser kurdî zexteke giran û qirkirin heye. Gelê kurd jî li dijî vê li ber xwe dida. Wê demê digotin; ‘me kurd tune kirin.’ Gelê kurd ji ber zextên giran ditirsiyan ku bi zimanê xwe biaxivin. Dema bi kurdî diaxivîn, dihatin sirgûnkirin an jî dihatin girtin. Dema em lê dinihêrin dibînin ku gelê kurd îro jî li ber xwe dide û xwedî li zimanê xwe derdikeve.” 

DÊ JI BO DAXWAZÊN XWE BIMEŞIN 

Eyup Subaşi axaftina xwe wiha qedand: “Dixwazin kurdî di nava çar dîwaran de bihêlin. Divê em jî li dijî vê hewldanê, her kêliya jiyana xwe bi kurdî bixemilînin. Em ê di 15’ê Gulanê de bi vê mebestê dakevin qadan û bimeşin. Em dixwazin ku êdî statûya zimanê kurdî bê naskirin û kurdî bibe zimanê fermî. Di 15’ê Gulanê de em û Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) dê bi hev re bimeşin. Heke em ji bo zimanê xwe xwedî îrade bin, dê tu êriş nekarin me tune bikin. Divê em bi vê hişmendiyê xwedî li ziman derkevin. Em ê saet di 14.00’an de li Qada Esenyurtê û saet di 17.00’an de jî li Kartalê çalakiyan bikin. Em ê bi vê yekê re nîşan bidin ku dê nekarin kurdî di nava çar dîwaran de bihêlin û em ê êrîşên wan qebûl nekin.” 

MA

Exit mobile version